Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Portekîz % 85 Nîfûsa Xwe Dijî COVID-19 Vaksîn Kir


Hikûmeta Portekîzî ragihand ku ew karê hêza taybet ya vaksînkirinê bi dawî tîne jiber ku ew giheştiye armanca vaksînkirinê.

Hêza taybet hêşt meh berê, bi pêşengîya artêşa Portugalî hatibû damezirandin û heta niha 85 ji sedê gel li dijî COVID-19 hat vaksîn kirin.

Piştî ku karê vê hêzê bi dawî tê, sê tîmên taybet yên girêdayî Wezareta Saxlemîyê wê karê vaksînkrinê bidomînin.

Pispor didine zanîn ku bizava vaksînkirinê ya Portekîzê li cîhanê bûye yek ji sîstemên herî bi bandor û % 84.88 ya 10.3 mîlyon nîfûsa wê dewletê hember COVID hatiye parastin.

Li ber e hikûmet roja Înê piranîya tedbîr û sînordarkirinên girêdayî pandemîyê rake.

Serokwezîr Antonio Costa got ku di vê serketinê de rola gelek alîyan heye, lê heweskarîya gel sedema serekî ya vê serfirazî ye.

XS
SM
MD
LG