Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Saudî îro Çarşemê dîyar kir ku ewê bi armanca rawestandina êrîşên dijî navendên wê yên petrolê gavan bavêje.
Erebistana Saûdî ev daxuyanîya ragihand, piştî ku Hûsîyan li Yemenê ji aliyê Îranê ve tên piştevanî kirin, di vê heftêyê de, êrîşî dilê pîşesazîya welat kirin.
Prens Faysal bin Farhan Al Saûd, di civînek rojnamevanî de digel hevtayê xwe yê Rûs Sergei Lavrov li ser mijarê axivî.
" Qralîyet dê jibo parastina çavkanîyên xwe yên neteweyî tedbîrên pêşîgirtinê yên pêwîst bigire", Prens Faysal got.
Karbidestên Saûdî gotibûn ku wan êrîş bê mirin û zarareke mezin pûç kirine.
Hevdem, Prens Faysal ragihand ku Rîyadh dê di çarçoveya OPEC ê de bi Moskowê re hevkariyê bidomîne da ku bihayên petrolê jibo hilberîner û kiryaran adîl peyda bike.
Bûhayên petrolê, piştî êrîşên bi mûşek û dronan yên roja Yekşemê ya dijî Erebistana Saûdî ya ji hêla Hûsîyan ve, bo demeke kin bilind bû.
Prens Faysal, hewildanên navneteweyî yên bo bidawîanîna pevçûnên li Yemenê ku hevalbendîyekî bi pêşengîya Saûdîyan ev şeş sal in bi Hûsîyan re şer dike, jî nirxand.
" Divê mijara ku Îran çekên pêşketî yên mîna mûşekên balîstîk û dronên ku dide milîsên Hûsîyan were nîqaş kirin, " Prens Faysal got.
Îran, di paşerojê de tawanbarîyên bi wî rengî red kiribûn. Hevdem, Tevgera Hûsîyan jî peywendîyên bi Tehranê re qabûl nake.
Amerîka di bin rêvebirîya serok Joe Biden de xebatên dîplomasîyê zêde kirin da ku şer bidawî bibe. Lê, piştî êrîşên Yekşemê, jiber 'gefên ewlehîyê yên rastîn yên ser Erebistana Saudî ' nerazîbûna xwe dîyar kir.
Prens Faysal got ku karê herî pêşîn peymanek jibo agirbesteke mayînde ya Yemenê ye, ya ku tevî hewildanên aşitîyê yên Neteweyên Yekbûyî û gotûbêjên di navbera Erebistana Saûdî û Hûsîyên de, ku bakurê Yemenê kontrol dikin, pir dijwar e.
Şerê Yemenê, gava Husîyan di 2014'an de kontrola paytext Sanaa kirbûn û piranîya bakurê welat bi dest xist, destpê kir.
Hejayê bîr xistinê ye ku heya niha nêzî 130.000 kes di şerên navxwe yên yemenê de hatine kuştin û ew bûye sedema krîza mirovahî ya herî xirab ya li cîhanê.