Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Rejîma Îranê Dixwaze Danûstandinan Bike

Serokê Amerîka Donald Trump ji malpereke nûçeyan a Amerîkî re got ku desthilatdarên Îslamî yên Îranê dixwazin bi wî re danûstandinan bikin. Ev yek li vê demê tê ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurt dike, wek bersiv hember serkutkirina hovane ya rejîmê dijî xwepêşandanan.

Di hevpeyvîneke roja Duşemê de ligel malpera Axios, Trump derbarê rejîma Îranê got: "Ew dixwazin peymanekê çêbikin. Ez dizanim. Wan gelek caran peywendî kir. Ew dixwazin biaxivin."

Trump hebûna leşkerî ya Amerîkî li nêzî Îranê bihêz kiriye, bi bicihkirina firokhilgira USS Abraham Lincoln, û Koma wê ya Êrîşker (CSG). Fermandarîya Navendî ya leşkerî roja Duşemê di posteke medyaya civakî de got ku keştîyên şer ji bicihkirina xwe ya berê li Deryaya Başûrê Çînê gihîştine herêmê.

Di hevpeyvîna Axios de, Trump got: "Li nêzîk Îranê artêşeke me ya mezin heye. Ji Venezuelayê mezintir." Behsa Venezuelayê li ser keştîyên şer ên Amerîkî bû ku Trump ew li beravên wî welatî bicih kiribûn berî operasyoneke leşkerî ku dîktator Nicolas Maduro di destpêka vê mehê de girt û ji holê rakir.

Koşka Sipî demûdest bersiva daxwazeke Dengê Amerîka ji bo şîroveyê neda li ser ka rêvebirîya Trump çawa bersiva bangên rejîma Îranê yên ji bo danûstandinan daye, li dema ku ew bi cîbicîkirina leşkerî ya Amerîkî rû bi rû ye.

Di gaveke din de ku şiyanên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê nîşan dide, Hêzên Asmanî yên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (AFCENT) di daxuyaniyek roja Duşemê de got ku ewê "rahênaneke amadebaşîyê ya çend rojî li dar bixe da ku şîyana bicihkirin, belavkirin û domandina hêza asmanî ya şer li seranserê herêma berpirsîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayî nîşan bide." Ew herêm Rojhilata Navîn digire nav xwe.

Trump bi berdewamî hişyarî da rejîma Îranê ku kuştinên girseyî yên bi hezaran xwepêşanderên ku tevlî serhildana ku di 28ê Kanûnê de dest pê kir, rawestîne. Xwepêşander daxwaz dikin ku desthilatdarîya teokratîk ya zordar bi dawî bibe.

Serok Trump herwiha hişyarîyên xwe bi guvaştina li ser rejîmê ji bo rawestandina darvekirinên plankirî yên bi sedan xwepêşanderên din ve girêda.

Cîgira Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Tammy Bruce, di civîna roja Duşemê ya Civata Ewlekarîyê ya NY'ê de got ku rêvebirîya Trump ji bo "bicîhanîna tevahî" ya cezayên li ser Îranê ku Civatê par ji nû ve danîbûn, fişarê dike. Ew ceza ji bo hewlên li dijî çalakîyên belavkirina çekên Îranê hatine danîn.

Bruce herwiha got ku rejîma Îranê "bi dehan salan bi rêya tundûtûjî û çavtirsandinê gef li aştî û ewlekarîya navnetewî kiriye."

Wê got, "Wekî encameke danîna pereyan di berîkên terorîstan de û fînansekirina bernameyên xwe yên navokî û mûşekî, li şûna pêdivîyên bingehîn ên gelê Îranê, me dît ku gelê Îranê êdî têra xwe êş kişandîye."

XS
SM
MD
LG