Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xidir Domilî Rewşa Rojnamegeriyê li Îraq Û Herêma Kurdistanê Dinirxîne


Xidir Domilî

Rojnamevan û rognamegerî van roja pêşwaziyê li roja Azadiya Rojnmaegeriya li cihanê dikin ku roja 3ê Gulanê weke roja azadiya rojnamegeriyê ji aliyê Netwên Yekgirtî ve hatiye erê kirin.

Roja azadiya rojnamegeriyê di wî çaxî da tê pîroz kirin, dema ku li gelek welatan rojnamegerî jêrdeste û bi sedan Rojnamevan hatine kuştin, revandin, eşkencedan û tirsandin.

Bi taybet li welatên ku şer û duberî lê hene yên weke Îraq, Sûrya, Afghanistan, Yemen û welatên din ciyên xeter bo rojnamevana hatine destnîşan kirin.

Di van rojan da saziyên navnetewî yên taybet berevaniyê ji mafê rojnameger û Rojnamevan dikin yên weke saziya raportvanên bêsinor raporta xwe ya salane li ser azadiya rojnamgerî û azadiya ramanê weşand.

Di indêksa raporta saziyê da, Tirkiye weke zîndanek mezin ya rojnamevanan hatîye binav kirin. Herwiha welatên weke Çînê û herêmên nakokbar û şer lê heyî cihên xeternak yên jiyana rojnamevanan destnîşan dike.

Ji bo ku rewşa Rojnamevan û rojnamegeriya li Îraq û Herêma Kurdistanê bihê zanîn Dengê Amerîka hevpeyvîn li gel rojnamevan û rahênerê rojnamevana Xidir Domili encam da.

Berêz Xidir Domilî da zanîn ku ew niha bi alîkariya rêxistinên navnetewî workşopên taybet bo rojnamevanan vedikin û wan fêrî bingeh û mercên sereke yên rojnamegerîya rastîn dikin.

Domilî derbarê rewşa azadiya rojnamegerîyê li Îraqê û Herêma Kurdistan got, mixabin ku ne li Îraqê û ne li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamegeriyê ne di rewşek baş daye û binpêkirin û pêşêlkarî gelek caran li hember rojnamevanan tên encam dan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00


XS
SM
MD
LG