Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Price: Fînlandîya û Swêd bo Endamtîya li NATO Amade Ne


Berdevkê Wezareta Derve Ned Price got ku Fînlandîya û Swêd hazir in ku bibin endamên NATO.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî di dawîya hefteyê de li nêzî balyozxaneya Tirkîyê ya li Stockholmê Quran hat şewitandin got ku bila Swêd bo endamtîya li hêvîya piştgirîya Enqerê nemîne.

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price ser bûyera li Stockholmê dîyar kir ku şewitandina pirtûkên bo gelek kesan pîroz in, bê hurmetî ye.

Price got ku şewitandina wan pirtûkên pîroz ku tiştekî rêwa be jî hovane ye.

Fînlandîya û Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamê tifaqê.

Tirkîyê îdia dike ku ew her du dewleta bo terorîstan mazuvanîyê dikin û dijî endamtîyên wan disekine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG