Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Dibêje Divê Bendewarîyên ji Danûstaninên ligel Îranê Ne Zêde Bin


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price îro ji nûçevanan re got ku danûstandinên navokî yên navbera Washingtonê û Tehranê, ku li Vîyana didomin, erênî ne.

Wî di heman demê de hişyarî da ku divê bendewarîyên ji wan danûstandinan ne zêde bin.

“Em naxwazin ku hêvîyên heyî nekeve pêş rewşa danûstandinan,” Price got.

Wî da zanîn ku nûnerê taybet yê Amerîkî dê vegera malê jiber ku di dawîya hefteyê de wê navber ji danûstandinan re were dayîn.

Îranê di 2015’an de bi hêzên cîhanî re peymana navokî îmza kiribû, lê serokê berê yê Amerîkî Donald Trump Washington ji wê peymanê vekişandibû.

XS
SM
MD
LG