Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezîran li Amerîka Wek Meha Şanazîyê Tê Pîroz Kirin


Her sal di meha Hezîranê de, civaka LGBTQ+ ahenga digerînin û vê mehê bi şanazîyê anko Pride Month dizanin.

Di vê mehê de, ahengên wek festîval û xwepêşandan tên kirin, lê eger ne ji girjî û aloziyên di navbera xwepêşanderên Stonewall li New York û Polîsanan ba, renge meha 6 nedibû meheke dîrokî li Amerîka.

Xwepêşandanên Stonewall ku gelek kes bi serhildana Stonewall didin nasin, jimareke xwepêşandanan bû ku di sibeha 28’ê meha 6 ya sala 1969’an destpe kirin û di encamê de pevçûnên tund di navbera civaka LGBTQ+ û polîsan de çêbûn.

Tê zanîn ku xwepêşandan bandoreke mezin li ser Amerîka hebû ku bû sedema damezrandina tevgera azadîya hevregezxwazan û grubên çalakvanan ji bo mafên LGBTQ+ li Amerîka.

Hevregezxwazên Amerîkî di wê demê de mafên xwe nebûn û qanûnek nebû ku wan biparêze.

Li gelek cîyan xêrhatina wan nedikirin. Tenê li cîhên wek baran xêrhatina wan dikirin.

Nakokîyên di navbera polîs û xwepêşanderan de bi roj û şevan dirêj kir. Di wê demê de, grubên çalakvanan yên rûniştvanên New York bûn, kar li ser wê yekê kirin ku xelk bê tirs bijîn, bê kû polîs wan bigire.

Rêxistanan bi berdewamî kar kirin jibo mafên LGBTQ+ ta 26’ê meha 6 ya sala 2015’ê di bin rêveberiya Barack Obama biryara zewaca hevregezxwazan li dadgeha bilind hate erê kirin.

XS
SM
MD
LG