Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prigozhin bi Merasîmeke Girtî Hatiye Binax Kirin


Russia Prigozhin
Russia Prigozhin

Koma Wagnerê ragihand ku rêberê wê Yevgeny Prigozhin li St. Petersburgê bi merasîmeke girtî hatiye binax kirin.

Li gor ragihandina Koma Wagnerê kesên dixwazin Prigozhin oxir bikin dikarin serdana Goristana Porokhovskoye bikin.

Karbidesêtn Rûsî pişrast kiribûn ku Prigozhin 23ê Tebaxê bi ketina firokekê canê xwe ji dest daye.

Kremlîn dîyar dike ku tilîya wê di ketina firokê de tune.

Bi ketina firokê, fermandarê payabilind yê Koma Wagnerê Dmitry Utkin û 8 kesên din yên di firokê de canên xwe ji dest dabûn.

Prigozhin yê ku demekê nêzî Serokê Rûsya Vladimir Putin bû, meha Hezîranê bi Koma Wagnerê re dijî wî serî rakiribû.

Wî û koma xwe kontrola Rostov-on-Don ya li başûrê Rûsya bi dest xwe xistibûn û berê xwe dabûn Moskowê, lê paşê dawî li serîrakirinê hatibû.

Berdevkê Kremlînê Dmiri Peskov îro Sêşemê ragihandibû ku ewê Putin beşdarîyê li merasîmê binaxkirina Prigozhin neke.

XS
SM
MD
LG