Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirovekar Ragirtina Projeya Azadîyê ji Alîyê Serok Trump ve Dinirxînin

Tengava Hormuzê
Tengava Hormuzê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke taybet de Projeya Azadîyê ya li Tengava Hormuzê û avên herêmî li Rojhilata Navîn ragirt.

Serok Trump di heman demê de balê dikişîne ser îmkanên lihevhatinkê bi Îranê re, lê dîsa jî Îranê hişyar dike ku eger peymanek neyê îmzekirin dê bombe ji berê gelek zêdetir û bihêztir bi ser wê de bibarin.

Dr. Xazî Feysel, Rêveberê Navenda Îraqî ya Lêkolînên Stratejîk, ser vê mijarê ji Dengê Amerîka re got: "Tê xuyakirin ku lihevhatin nêzîk bûye û çareserîyek ji bernameya navokî ya Îranê re hatîye dîtin. Ev astengîya herî mezin e di danûstandinên Amerîka û Îranê de. Herweha, ez dibînim ku Çîn rolek heye di vê pirsê de. Wezîrê derve yê Îranê Erqaçî bi serdandekê li Pekînê ye û herwiha serok Trump jî serdana Pekînê dike."

"Ev tê wateya ku Çîn jî rola navbeynkarîyê dibîne," Feysel got.

Şîrovekarê Îraqî dibêje ku danûstandinên niha dikare meheke din dirêj bike "li gor şert û mercên Amerîkayê," û balê dikişîne ser daxuyanîya serok Trump a Sêşemê ku gotibû divê "Îran ala sipî hilde û xwe radest bike."

Dr. Xazî Feysel
Dr. Xazî Feysel

Dr. Xazî dibêje ew geşbîn e ku Îran li hember siyaseta Serok Trump nikare zêdetir xwe ragire.

"Guherînên bingehîn dê di siyaseta Îranê ya navxweyî, herêmî û navnetewî de çê bibin. Ew neçare ku li gor mercên Amerîkayê danûstandinan bike û aştî li herêmê derkeve û rejîma Îranê dest ji Hizbullah, Husî û grûpên din ên çekdar li herêmê berde."

Dr. Îbrahîm Hacanî, mamosteyê zanîngehê û pisporê karûbarên siyasî û leşkerî, gote Dengê Amerîkayê: "Ez dibînim ku projeya Amerîkayê ya li dijî Îranê bicîh hatîye û piranîya xalên girîng ketine jêr kontrolê, wekî bernameya navokî ya Îranê, bernameya mûşekên balistîk û dronan, û gefa li ser welatên cîran, bi taybet metirsîya Îranê li ser Îsraîlê û hin welatên Kendavê wekî berê nemaye."

Hacanî herwiha dibêje ku "Hin xalên bingehîn yên siyaseta neragihandî jî hene, bi taybet di pirsa aborî de. Amerîka naxwaze petrola Îranê ji bo Çînê were hinardekirin."

Hacanî dibîne ku "Amerîka bi hukmê ku hêza herî mezin li cîhanê ye, bi rêya şerê li dijî Îranê balên aborî yên Çînê jî dibire, bi taybet projeya 'Rêya Hevirmîşê' nehêle. Petrola Venzeulayê li ser Çînê qutkirin, petrol Kendav û Îraqê û niha jî ya Îranê tê qut kirin, bi vî awayî Amerîka dê serkeftinê bidest bixe."

Dr. Ibrahim Hajani
Dr. Ibrahim Hajani

Dr. Hacanî hevbîr e ligel şirovekar Xazî ku Îran dê neçar be mercên Amerîka qebûl bike û Tengava Hormuzê jî bi biryareke Amerîkî û navnetewî azad bibe.

Wî got "Amerîka hemû şerên cîhanî qezenc kirine, di şerê li dijî Nazîzmê de biserkeft, di şerê li dijî komunîzmê de jî biserket, di şerê rejîmên otokrat û dîktator li van herêman de biserkeft û heta astekê di şerê li dijî Îslama siyasî de jî serkeftî ye. Niha tenê Çîn maye, û di çarçoveya şerê li dijî rejîma Îranê de pêngav bo wê jî hatine avêtin."

Hemîd Mecîd Tatkî, pisporê doseya bernameya navokî ya Îranê gote Dengê Amerîka ku "Armanca Projeya Azadîyê, rêgirî ye li çetegerîya deryayî ya Îranê, ku ew welat dixwaze aborîya cîhanê wekî rehîne di destê xwe de bigire."

Hemîd Mecîd Tatkî
Hemîd Mecîd Tatkî

"Ji ber vê yekê, niha Serok Trump pêngavên navnetewî diavêje û li Civata Ewelekarîya Netewên Yekbûyî jî hewildan hene ku Îranê neçarî danûstandinan bikin yan jî îmkana bikaranîna hêzê heye, vê carê bi biryareke navnetewî," Tatkî got.

Şirovekar dibêjin ji her carê zêdetir Îran dê bi mercên Amerîka û yên civaka navneteweyî razî bibe û dê peymanek were îmze kirin. Eger ku vê carê şerek derkeve jî dê rola civaka navneteweyî û dengê wê jî hebe. Ew dibêjin civaka navnetewî ji nuha û şûnda dê nehêle ku êdî Îran ne ewlehî û ne jî aborîya herêmê û cîhanê dike rehîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG