Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetvan li Qamîşlo Projeya Tirkiyê ya Vegerandina Penaberan Protesto Dikin


Aligirên ENKSê Projeya Tirkiî Protesto Dikin
Aligirên ENKSê Projeya Tirkiî Protesto Dikin

Roja Şemiyê hejmareke siyasetmedaran li bajarê Qamişlo mangirtinek pirotestoyî li darxistin.

Siyasetmedaran bi pankartan û siloganan projeya Tirkiyê ya vegerandina yek milyon penaberên Sûriyê ji bo herêmên bakurê Sûrîyê şermezar kirin.

Koma Siyasetmedaran bang li saziyên navdewletî kirin ku rê li ber guhertina demografîk ku li herêmên Kurdî pêk tên bigr e.

Endamê Komîta Siyasî ya Partiya Gel ya Kurdistanî – Sûrîya, Hesen Salih ji Dengê Amerîka re got "Pirojeya Tirkiyê biryara navdewletî 2254 binpê dike."

Birêz Salih di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku Tirkiyê herêmên kurdan dagir dike û pirojeyên guherîna demografî li wan navçeya pêk tine.

Hêjeye bibîrxistinêye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di destpêka meha Gulanê de ragihandibû ku Enqere projeyekê amade dike ku rê bide vegerandina xwebexş ya yek milyon penaberên Sûrî bo welatê wan.

Koma Siyasetvanan li Qamîşlo projeya Tirkiyê ya vegerandina penaberan bo ser herêmên Kurdan Protesto Dikin
Koma Siyasetvanan li Qamîşlo projeya Tirkiyê ya vegerandina penaberan bo ser herêmên Kurdan Protesto Dikin

Li aliyekî din û li ser zarê Ajansa SANA ya rêjîma Sûrîyê , roja 20 vê mehê Wezareta Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê pirojeya Tirkiyê red kiriye.

Li gorî jêderên nefermî nêzî 3 milyon û 500 Hezar penberên Sûrî li Tirkiyê dimînin.

Wezareta karê Hundrîn ya Tirkiyê dibêje, wan heta niha nêzîkî 500 hezar penaber xwebexş vegeriyane Sûrîyê ji dema ku ''Tirkiyê navçeyeke ewle li bakurê Sûriyê ava kiriye''.

Kurdên Sûrîyê jî ji hêla xwe ve, vê pirojeya Tirkiyê û serokê wê Erdogan redikin û banga destwerdaneke navdewletî dikin ku derbderên Kurd vegerin navçeyên xwe yên di jêr kontrola Tirkiyê de ne.

Raporta Qamîşlo 22 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG