Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Nerazîbûnê yên Dijî Erkdarkirina Qayumê li Colemêrgê Didomin


Dîmeneke ji Xwepêşandanên li Colemêrgê, 3 Hezîran,2024
Dîmeneke ji Xwepêşandanên li Colemêrgê, 3 Hezîran,2024

Protestoyên dijî erkdarkirina qayum li Colemêrgê îro Sêşemê, li jimareke bajaran didomin.

Hevşaredarê hilbijartî Mehmet Siddik Akiş hatibû desteser kirin û Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê li şûna Akiş, walîyê bajêr wek şaredar jî erkdar kiribû.

Akiş di hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê de ji Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 wek hevşaredarê Colemêrgê hatibû hilbijartin.

Pîştî danîna qayumê, DEM Partî biryara çalakîyên bênavber ragihand.
Hevserok, parlementer û şaredarên DEM Partîyê do Duşemê tevî astengîyên polîsan çûn Colemêrgê û dest bi çalakîya rûniştinê ya nobedê kirin.

Îro di roja duyê ya nobedê de, li navenda bajêr bi pêşengîya partîyên siyasî û rêxistinên sivîl dijî erkdarkirina qayum çalakî têne darxistin.

Hevseroka giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari bi endamên partîya xwe re dijî erkdarkirina qayum li Colemêrgê, daxuyanîyeke da.

Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatîmogullari, yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir, pêkhateyên Ked û Tifaqa Azad, şandeya Partîya Gel ya Komarî (CHP), gelek nûnerên rêxistinên sivîl û runiştvanên Colemêrgê jî beşdarê protestoyê dibin.

Di çalakîyê de Hatîmogullari daxuyanî da û bertek nîşanî qayum da.

“Nave vê yekê faşîzm e, darbe ye. Em li vê qadê careke din diqîrin em qebûl nakin! Hikûmeta AKP'ê bi danîna qayuman dibêje 'mafê we yê dengdanê û hilbijartinê tuneye,' Hatîmogullari got.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axifî û qayum li ser vîna gel hatiye erkdar kirin ku ew qebûl nakin.

“Sed sal in vîna gelê Kurd nayê pejirandin. Îro jî Bahçelî got ku vîna gelê Kurd nas nake. Bila li dîroka Kurdan binêrin, wê Bahçelî û Erdogan biçin, lê gelê Kurd ku bi sedan salan e li vir e, wê bimîne. Emê bi vîn û hêza xwe sîstema wan têk bibin, “Bayindir got.

Piştî daxuyanîyan, girseya çalakîyê ji navenda bajêr, bi bi dirûşmên wek “Givaştin nikarin me bidin sekinandin”, “Em şaredarê diz naxwazin,” ber bi avahîya şaredarîyê ve dest bi meşê kir.

Di meşê de polîsan bi ava şidandî, bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî girseyê kirine, dema ku hin xwepêşandaran bi keviran bersîva polîsan dane.

Nûçegîhanê me Arîf Aslan ji Colemêrgê ragihand ku di destwerdana polîsan de gelek kes birîndar bûne û jimareke din jî hatine desterser kirin û piştre protestoyên dijî qayum belavî gelek kolanên bajêr bûne.

Ji alîyê din ve, Rêxistinên hiqûqê li Enqere, Elih û Stenbolê erkdarkirina qayum li Şaredarîya Colemêrgê bi çalakîyan şermezar kirin û ev gava hikûmeta Tirk wek “darbeya sîyasî” bi nav kirin.

Gelek rexistinên mafan, yên sivîl, siyasetvan û hunermend jî bi daxuyanîyên curbecûr dijî erkdarkiina qayum li Colemrgê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Nûnerên Baroyên heremê jî îro giheştin Çolemergê û beşdarî çalakîyên dijî erkdarkirina qayum dibin.

Hêjayê gotinê ye ku piştî erkdarkirina qayum li Şaredarîya Colemêrgê, li 11 bajaran hemû çalakî û bername hatin qedexe kirin.

Bi biryara walîtîyan li bajarên Colemêrg, Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Agirî, Mûş û Îdirê, her cure civîn, meşên xwepêşen konser, şahî û yên din heta 12 Hezîranê hatin qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG