Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtir ji 300 Kes di Protestoyên Dijî Kavanaugh de Hatin Desteser Kirin


Di protestoyên dijî Berbijarê Dadgeha Bilind Brett Kavanaugh de, piranîya wan jin zêdetirê 300 kes hatin desteser kirin.

Roja Pêncşemê, li Washington ya paxtaxt bi hezaran kes li Dadgeha Pêdaçûnê, ku Kavanaugh niha li wir dixebite, kom bûn û ber bi Dadgeha Bilind ya Amerîka meşîyan.

Xwepêşandaner ketin avahîya Senato û li wir jî slogana ‘’Divê Kavanaugh here’’ gotin.

Karbidestên ewlekarîyê, li avahîya Senato mudaxayelî xwepêşandaneran kir.

Medya Amerîkî ragihand ku 302 xwepêşandaner, ku di nav wan de Amy Schumer ya komedyen û Emily Ratajkowski ya manken jî jî hebû, desteser kirin.

Li Qada Times ya New Yorkê jî protesto li dar ketin.

Li ber e ku Senato îro bi dengdanê berbijarîya Kavanaugh bipejirîne.

Kavanaugh, ji alîyê sê jinan ve bi destdirêjîya seksî tê tawanbar kirin, lê ew îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG