Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Orşelîmê Protestoyên Dijî Biryara Trump Didomin


Bi hezaran Fîlîstînîyên li Orşelîm û Kenara Rojava, îro Înê bo biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya ser Orşelîmê protesto bikin meşîyan.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku ewê Orşelîmê êdî wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin.

Welatên Ereb û Misilman dijî biryara Trump bertekên tund nîşan dan û hevalbendên Washingtonê yên Ewrupî jî ser biryarê fikarên xwe ragihandin.

Li Orşelîmê di navbera Fîlîstînî û hêzên ewlekarî ya Îsraîlê alozî çêbû.

Li Nablus ya Kenara Rojava, bo salvegera 30’yê ya damezirandina Hamasê xwepêşandanek li dar ket û xwepêşandaneran agir bi kûklaya Trump xist.

Li Kenara Rojava di navbera leşkerên Îsraîlê û xwepêşandaneran de pevçûn çêbû.

Karbidestên saxelemîyê yên Fîlîstînê dîyar kir ku îro Înê di protestoyan de 3 Fîlîstînî hatine kuştin û 150 kesên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG