Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevika Qesira Sipî Psaki bi Vîrusa Korona Ket


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki bi vîrusa korona ketiye.

Psaki dê bi Serok Joe Biden re, ku testa wî ya PCR negatîf derketiye, serdana Ewrupa bikira, lê wê jiber nexweşîyê ew plan betal kir.

Xanim Psaki dîyar kir ku wê bo hazirîya gera Ewrupa testa xwe kiriye û da zanîn ku semptomên wê sivik in.

Ew dide zanîn ku wê herî dawî do bi Serok Biden li gor mesafeya civakî civîn çêkiriye.

Psaki di dawîya Cotmeha 2021an de jî bi vîrusa korona ketibû.

Berdevika Qesira Sipî dê pênc rojan di karantînê de bimîne û piştî testa negatîf vegere qesirê.

XS
SM
MD
LG