Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meşa Piştevaniyê li Berlin Bo Azadkirina Puigdemont


Li Bajarê Berlin paytexta Almanya sedan serxwebûn xwazên Katalonî xwenîşandanek protestoyî encam da û daxwaza serbest berdana serokê berê yê herêma Katalonya Carles Puigdemont kirin.

Meşvanên daxwaza azad kirina Puigdemont dikin, ji deriyê Brandenburg ber bi avahiyê wezareta dada Almanî ve, di rewşeke baran barînê de li jêr sîhwanan meşiyan, siloganên "Azadî bo Puigdemont" bilind kir bûn, herwiha di gotin, girtina siyasetvanên Katalonî li dij demokrasiyê ye.

Carles Puigdemont serokê berê yê herêma Katalonya, Yekşema derbasbûyî li Almanya hatiye girtin piştî ku ji welatê Finland bo pêşkeşkirina semînarekê li Helsinki amade bûbûb û dixwest vegere Bruksel ku ciyê mana wî ye demkî ye, piştî ji Îspaniya derket.

Îspanya daxwaza radest kirina Puigdemont ji Almanya dike, da ku li wî welatî bi tawana cûdaxwaziyê bihê dadgeh kirin.

Puigdemont û gelek berpirsên siyasî yên Katalonî piştî encamdana referanduma serxwebûnê li meha 9an ya sala 2017an hatine girtin yan derketine derveyî Îspanya.

Piraniya xelkê herêma Katalnya, dixwazin ji Îspanya cûda bibin, lê jiber ku herêma herî zengîne, karbidestên hikûmeta Madrîd rê nadin Katalonya cûda bibe, piştî encam dana referanduma serxwebûnê çendîn berpirsên herêmê di girtîgehan dane û rastî lêpirsînan tên kirin.

Meşa li Berlin bi alayên Şîn, Zer û Sor ku alyê cûdaxwaziya Katlanya ye hilgirt bûn, meş ji aliyê Komela Niştîmanî ya Katalonî "ANC" hat bû rêxistin, polîsê Alman dabû zanîn ku 200 kes beşdarî meşê bûbûn, lê Ferran Cornella yek ji beşdar û amadekarên çalakiyê gote AFP nêzîkî 500 -400 kesan beşdarî di meşê de kirine.

Monica Zaldivar ya 34 salî ku, yek ji beşdarên meşê bo got "tiştê ku em dixwazin, tenê ewe siyasetvanên me serbest berdin yên ku bi şêweke demokratîk hatine hilbijartin", herweha hikûmeta Îspanî tawanbar kir û got, li şûna Berpirsên Îspanî çareseriyek siyasî bibînin, dadgehan li dij siyasetvanên Katalanî bikar tînin.

XS
SM
MD
LG