Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Girtina Puigdemont Gihaşt Belçîka


Reuters’ê ragihand ku biryara Îspanya ya bo girtina Serokê Berê yê Rêvebirîya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont gihaştiye karbidestên Belçîka.

Dozgerê Federal yê Belçîka Eric Van Der Sypt piştrast kir ku biryar gihaştiye ber destê wan.

‘’Emê biryarê vekolin û bidin dadgeha lêpirsînê. Belkî sibê, belkî roja dîtir em bidin. Dibe ku Duşemê jî em didin. Eceleya me tune’’ Van der Sypt got.

Dadgeha Îspanya bo Puigdemont û 4 wezîrên din jiber rola wan ya di li darxistina hilbijartina referanduma serxwebûnê, bi tohmeta ‘’serîhildana dijî dewletê’’ biryara girtinê dabû.

XS
SM
MD
LG