Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Rûsî Koma Pussy Riot ya Muzîkê Sûcdar Dît


Endamên Koma Pussy Riot ya Muzîkê Yekaterina Samutsevich, Maria Alekhina û Nadezhda Tolokonnikova li qafeseke camîn de, li dadgehê ne. Tebax 17, 2012
Endamên Koma Pussy Riot ya Muzîkê Yekaterina Samutsevich, Maria Alekhina û Nadezhda Tolokonnikova li qafeseke camîn de, li dadgehê ne. Tebax 17, 2012
Dadwerekî Rûsî 3 endamên jin yên koma Pussy Riot ya muzîkê sûcdar dît ku bi strandina stranekê ku heneka xwe bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dikir, dihatin tawanbar kirin.

Dozger daxwaz ji dadgeha Moskowê dikin ku cezayê sê salan zindankirinê bide endamên komê, bi sedema ku wan li dêra serekî ya bajêr, straneke sîyasî li dijî Serok Vladimir Putin strandine.

Hate ragihandin ku odeya rûniştina dadgehê dagirtîbû û bi sedan kes jî li dervayê avahîyê dadgehê civîyabûn. Pişkek ji şenîyê derve, biryara dadgehê protesto dikir û pişkekê din jî bi diruşm û sloganan piştgirîya biryarê dikir.

Di nav piştevanên koma Pussy Riot de bizavkarên navdar yên wek qehramanê berê yê kişikê Garry Kasparov jî hebûn û hinek ji wan bizavkaran ji alîyê polîsan ve hatine desteser kirin.

Dozger hefteya borî anîbû pêş dadgehê ku 3 stranvanên jin bi pêşkêşkirina wê stranê hem dêr biçûk kirine, hem jî kesên ku têne wê derê bûçûk kirine.
XS
SM
MD
LG