Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putîn Berî Hilbijartinan Soza Piştevaniya Dide Partîya Rûsya Yekgirtî


SSerokê Rûsyayê Vladimir Putîn
SSerokê Rûsyayê Vladimir Putîn

Serokê Rûsya Vladimir Putîn îro Şemîyê soz da ku ewê jibo binesazî, perwerde û saxlemîyê budçeyên mezin veqetîne.

Putîn dîyar kir ku ewê bernameyeka krediyên binesazîyê heya 2026'an were dirêj kirin û wî soza bernameyeke bi 1.4 mîlyar $, ya bo başbûna ji pandemîyê da. "Başbûna mirovan nirxa herî bilind e," Putîn got.

Pisporan ev daxuyanîya Putîn, berîya hilbijartinên li Rûsya, wek hewildaneke bo piştgirîya partîya desthilatdar ya welêt ya bi navê Partîya Rûsyaya Yekgirtî, dinîrxînin.

Putîn yê 68 salî, ragihand ku dê hevalbendên wî yên sereke, wezîrên berevanî û karên derve, di kempenyaya partîyê ya bo hilbijartinên parlementoyê yên di Îlonê de, ewê li enîyên pêş de, cîh bigirên.

Alexi Navalny, rexnegirê navxweyî yê herî navdar yê Putin, û hevalbendên wî, nikarin beşdarî hilbijartinan bibin, jiber ku ew wek "tundrew" hatine ragihandin û hatine qedexe kirin.

Putîn di kongresa partîya xwe de axivî û pesinê Partîya Rûsyaya Yekgirtî da jibo 'şiyanên nûvekirin û pêşxistina domdar ya wê'.

Li gor sazîya rapirsînê Navenda Levada ku navendeke serbixwe ye, jiber daketina mehaneyan û rabûna enflasyon, piştgirîya bo partîya desthilatdar, di asta herî kêm yên salên borî de ye.

Rapirsînên sazîyê nîşan didin ku tenê ji % 27'ê welatîyên Rûsî di Adarê de piştgirî didan partîyê, ku ji rêjeya % 31'ê ya di Tebaxê de, kêmtir e.

Putîn, wezîrê parastinê Sergei Shoigu û dîplomatê payebilind Sergei Lavrov wek berbijerên herî pêş yên lîsteya berbijerên partîyê dîyar kir.

"Ez bi bawerim ku Rusya Yekgirtî, bi armanca dîyarkirina seroktîya xwe û serkeftina di hilbijartinan de, xala herî bilind jibo xwe destnîşan dike, Putîn got.

Putîn navê Dmitry Medvedev, ku serokê partîyê ye û her wiha serok û serokwezîrê berê ye jî, di nav berendamên sereke de destnîşan nekir.

Rapirsînên raya giştî nîşan didin ku piştgirîya bo Medvedev di nava gel de kêm e.

Andrei Kolesnikov, pisporek payebilind yê li Navenda Carnegie Moskow, dibêje ku Lavrov û Shoigu wezîrên herî populer in.

Putîn her weha soz da ku bêtir dirav jibo çêkirina rêyan veqetîne û piştgirîya xwe ya bo qedexekirina derfirotina hin cûreyên daran ya ji 1'ê Berfanbara 2022'an ve, dubare kir.

Putîn 20 sal berê alîkariya damezrandina Partîya Rusyaya Yekgirtî kir, lê ti carî nebû endam.

XS
SM
MD
LG