Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Rojava Wê di Hewlên Îzolekirina Rûsya de Têk Biçe

Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pencşemê ragihand ku welatên Rojava wê di hewldanên xwe yên îzolekirina Rûsya de têk biçe û bi pirsgirêkên aborî yên mezin re rûbirû bimîne.

Vladimir Putin dîyar kir ku hewldana îzolekirina Rûsya di cîhana nûjen de ne mimkûn e, bi tevahî nerealîst e û herwiha yên ku bo vê yekê hewl didin di serî de zararê didin xwe.

Putin ev daxuyanîyana bi rêya vîdyo konferansê ji endamên Foruma Aborî ya Awrasya da.

Serokê Rûsî behsa mezinbûna kêşeyên aborî yên li Rojava kir; di nav de enflasyona ku di 40 salan de nehatiye dîtin, zêdebûna bêkarî, qutbûna zincîrên peydakirinê û xirabbûna krîzên cîhanî di warên hesas yên wek xwarinê de.

"Ev ne henek e. Ev tişteke cidî ye ku wê bandorê ser tevahîya sîstema têkilîyên aborî û sîyasî bike," Putin got.

Wî welatên Rojava jiber destdayîna hebûnên Rûsî jî şermezar kir û got ku "dizîna hebûnên kesên din ti carî xêrek neanîye."

Putin herwiha dîyar kir ku ew kêfxweş e ku hin kompanîyên bîyanî ji Rûsya derketine jiber ku karsaziyên navxweyî dikarin cîhê wan bigirin.

Wî bi berdewamî hişyarî da Rojava ku Moskow hîn xwedî rêyên peydakirina teknolojîya pêşkeftî û kelûpelên luks e.

Putin da zanîn ku hîn jî hewcedarîya Rûsya bi teknolojîyên pêşketî yên aborîyên pêşketî heye.

Lê, wî hûrgilî neda ka wê Rûsya çawa rêyên peydakirina teknolojîyên rojavayî bi dest bixe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG