Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Putin û Esad Sibê li Moskovê Hevdîtinê Dikin


Esad û Putin
Esad û Putin

Kremlînê îro Sêşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê roja Çarşemê li Moskowê bi Serokê Sûrî Beşar Esad re hevdîtinekê bike.

Keremlînê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku xurttirkirina hevkarîya Rûsî û Sûrî ya di qadên polîtîk, bazirganî, aborî û mirovahî wê di rojeva her du rêberan de bin.

Daxuyanîya Kremlînê herwiha got ku di hevdîtinê de çareserkirina kêşeya Sûrî û mijarên dora Sûrîyê jî werin nirxandin.

Reuters jî ragihand ku Esad şeva Sêşemê guheşt Moskowê ku serdana xwe ya yekê ya piştî erdheja wêranker pêk bîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Rûsya hevbenda herî mezin ya hikûmeta Sûrî ye û gelek pispor mayîna Beşar Esad ya ser deshilatê bi piştgirîya xurt ya Putin ve girêdidin.

Jêder: AFP & Reuters

XS
SM
MD
LG