Moskow, 30ê Hezîranê 2021 (AFP) - Kenalê "Rûsya 24" yê ku girêdayî dewletê ye û bûyer weşandiye dibêje, roja Çarşemê di peywendiyeke Televizyonî de telefona serokê Rûsya Vladimir Putin rastî êrîşên bihêz yên elektronî hatiye.
Rûniştina salane ya Putin bi kenalên mediyayî re yên hevalbendên Kremlin ku serok Putin di weşaneke televizoynî de amade dibe jibo bersivdana pirsên welatiyên Rûs li seranserî welat.
Têkiliya telefonî ya îsal îro Çarşemê bû, jibo vê mebestê pêkhat û nêzî 4 demjimêran domkir, pirsgirêkên peywendiyên telefonî gelek caran dubare bûn bi taybet yên ji herêmên dûr dihatin.
Pêşkeşkarê bernama Rûsya 24 piştî peywendiya telefonî ya ji herêma Kuzbass ya li başûrê rojavayê Siberya hatî gote Putin "sistema me ya dicital a niha rastî êrîşên bihêz yên elektronî û yên DDoS tê. "
Tu henekan dikî? Rastî? Putin bersiva pêşkeşkar da û paşî bi şêweke devken got "ْXuya dibe ku me hakker li Kuzbass hene. "
Companiya herî mezin ya têkilî û veguhastinê li Rûsya Rostelecom piştrast kir ku ajans rastî êrîşên elektronî hatiye û got tedbîr hatine standin ku "Ev êrîşên nerwa bihên rawestandin."
Peyvdarê bi navê Putin, Dmitry Peskov gote ajansa RIA Novost News, çavkaniya wan êrîşan nediyar bû.
Pirsa ewlekariya êrîşên elektronî (Cybersecurity) mijara herî giring bû di hilcivîna di navbera Putin û Biden de li nîva meha Hezîranê.
Rêveberiya Biden meha Nîsanê siza danîbûn ser Moskow jiber êrîşên elektronî yên bi rêya SolarWinds saziyên fedral û nêzî 100 companiyên Amerîkî armanc girtbûn.
Herwiha Amerîka, Rûsya tawanbar kir bi destxistina nava hilbijartinên serokatiya Amerîka û hat gotin ku destxistin ava hilbijartina bi rêya saziyên Îstîxabarata Rûsî pêkhatiye yan jî, hakkerên girêdayî Kremlin ew encam dabûn. Lê Kremlin her tim ev îdîaye red kirine.