Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Putin û Erdogan Ji Bo Xurtkirina Hevkariya Aborî û Enerjiyê Li Hev Kirin


Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin û Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê bi daxuyaniyekê soza xurtkirina hevkariya siyasî û aborî ya di warê enerjî û bazirganiyê de dan.

Kremlînê di daxuyaniyekê da piştî hevdîtinên 4 demjimêran yên li bajarê Soçî yê li deryaya Reş got, "Tevî kêşeyên heyî yên herêmî û cîhanî, rêberan biryara xwe ya hevpar ji bo pêşvebirina têkiliyên Rûsya-Tirkiyê dubare kirine."

Putin û Erdogan erê kir ku bazirganiyê zêde bikin û hevkariya aborî û enerjiyê bi giranî li ser veguheztin, çandinî, tûrîzm û avahîsaziyê zêde bikin.

Daxuyaniyê got ku herdu rêberan li hev kir ku "hêviyên hevdu di warê aborî û enerjiyê de bi cih bînin".

Alîkarê serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak, di axaftinên televîzyonê da, peyman wekî "pir girîng" bi nav kir, ku armanca têkiliyên wan ew e ku bigihîjin "astek nû ya pêşkeftinê" li seranserê "hemû sektoran".

Kremlînê got, Putin û Erdogan herwiha tekezî li ser girîngiya "têkiliyên jidil, zelal û pêbawer" kirin ji bo bidestxistina aramiya navçeyî û cîhanî.

Herçend kampanyaya leşkerî ya Moskowê li Ukraynayê di daxuyaniyê da bi eşkere nehate gotin jî, rêberan tekezî li ser berdevamîya şandina genimê Ukraynayê kirin, û îşaret bi "têkiliyên avaker" yên her du welatan kirin ku ew rêkeftin pêkînaye.

Di daxuyaniyê da rasterast amaje bi êrîşeke nû ya ku dibe ku Tirkiyê li dijî şervanên Kurd li Sûriyê plan bike, nehate kirin.

Di daxuyaniyê da hate gotin ku "Herdu aliyan tekez kirine girîngiyeke mezin didin pêşvebirina proseya siyasî" li Sûriyê.

Erdogan jî got, "Ez bawer dikim ku civîn dê di têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê da rûpeleke cuda veke."

Putin û Erdogan herî dawî di meha Tîrmehê de li Îranê ji bo lûtkeya sêalî hevdîtin kiribûn.

Wê demê Putin gote Erdoganî ku Rûsya li dijî her êrîşeke nû ye ku dibe Tirkiye li dijî şervanên Kurd li bakurê Sûriyê plan bike.

Berê civîna Soçîyê jî Kremlînê bang li Tirkiyê kiribû ku li Sûriyê bi êrişeke leşkerî 'bêaramîyê dernexîne'.

XS
SM
MD
LG