Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibîje Zêdebûna Tundîya Navbera Îsraîl û Filîstînîyan jiber Têkçûna Sîyaseta Amerîkî Ye


RUSSIA-IRAQ/
RUSSIA-IRAQ/

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemê ragihand ku zêdebûna tundîya navbera Îsraîl û Filîstînîyan têkçûna sîyaseta Amerîkî nîşan dide.

Putin îdia kir ku Washingtonê bi paşguhkirina berjewendîyên Filîstînîyan xwestîye danûstandinan kontrol bike.

Putin dema serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî de got ku Amerîka hewil daye ku xebatên navnetewççeyî yên bo cîhanîna aştiyê li herêmê têxe bin kontrola xwe.

Putin îdia kir ku Washington lihevkirinên ku ji hêla hemû alîyan hatine paşguh kirine û berjewendîya Filîstînîyan nedaye ber çavan, ku avakirina dewleteke serbixwe xala herî girîng e.

Filîstînî dixwazin dewletek li Şerîaya Rojava û Kenara Gazayê ava bikin, ku paytexta wê Orşelîma Rojhilat be.

Kremlînê berê jî gotibû ku ew bi her du alîyan re di têkilîyê de ye û ewê hewil bide ku pirsgirêka navbera Filîstîn û Îsraîlê çareser bike.

Bi alyê din ve, rêberê bilind yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî îro Sêşemê red kir ku destê Îranê di êrîşa ya Hamasê ya ser Îsraîlê de heye.

Lê, wî ji Hamasê re piştgirîya xurt ya Îranê dîyar kir û got ku ew destên wan kesên maç dikin ku êrîş biriye ser Îsrîalê.

"Rejîma sîyonîst û alîgirên wan di nava du-sê rojên borî de gotegot belav dikin ku Îrana Îslamî li pişt vê çalakîyê ye û ew xelet in,"Xameneyî got.

XS
SM
MD
LG