Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Qutkirina Belarus Ya Gazê Dê Ziyanê Bigihîne Pêwendiyên Wan


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Şemiyê got ku Belarusê rawejkarî ji wî nexwestiye li dor biryara ihtîmala qutkirina gaza xweristî ya Rûsî ji ser Ewrupayê, û anî ziman ku gaveke wiha dê ziyanê bigihîne pêwendiyên Minsk û Moskoyê.

Serokê Belarusê Alexander Lukashenko roja Pênşemê gefa qutkirina gazê li Ewrupa xwar wek tolvedan li dijî her cezayekî nû yê Yekîtiya Ewrupî li dijî Minskê li dor kirîza koçberan li Belarusê.

Huşdariya wî bû sedema bilindbûna nirxê gazê li Ewrupaya ku sêyek ji pêwîstiyên xwe yên gazê ji Rûsya werdigre û boriya Yamal-Europe ya hinardina Gazê di nava Belarus re digihe Polenda û Almanyayê.

Kompaniya dewletê ya Rûsî Gazprom ew xwediya boriya Yamal-Europe e.

Putin di hevdîtineke telefizyonî de got:

“Ez vê dawiyê du caran bi wî (Lukashenko) re axivîm û wî qet ji min re qala vê yekê nekir.”

Wî got:

“ Bê guman, ji aliyê tewrî ve, Lukashenko wek serokê welêt dikare biryara qutkirina gazê ji ser Ewrupayê bide, lê ev dê girêbesta me ya şandina gazê xerab bike û ez hêvîdarim ev yek nebe.”

Putin her wijha anî ziman ku eger Belarus gazê qut bike, dê ziyaneke mezin bigihîne kerta gazê li Ewrupayê û ev yek dê nebe alîkar di pêşxistina pêwendiyên me yên li gel Belarusê de wek welatekî transît.

Tê zanîn ku Rûsya bo salên dirêj hevbenda Belarusê ye û alîkariya wê di gelek biwaran de dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG