Ukrayna îro Înê bang li Mogolistan (Mongolya) kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin, gava ew di 3’yê Îlonê de tê serdana wî welatî bigire.
Kîev dîyar kir ku divê Putin li ser fermana Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) were girtin, lê Kremlînê ragihand ku ew jiber serdanê neketiye fikaran.
ICC, di Adara sala borî de ser Putin feramana girtinê dabû û ew jiber dersînorkirina bi sedana zarokên Ukraynî tawanbar kiribû.
ICC, dersînorkirina bi sedana zarokên Ukraynî wek tawana cengê bi nav kiribû, lê Kremlîn ew biryar red kiribû û wek tawaneke sîyasî bi nav kiribû.
Mongolya jî yek ji wan 124 endamên ICC ye ku jiber fermanê gava Putin derbazî axa wê bibe, li gor berpirsîyan divê ew wî bigire.
Wezareta Derve ya Ukrayna ji Telegramê dîyar kir ku divê karbidestên Mogol bi berpirsîyên navneteweyî tevbigere, Putin bigire û bide destê ICC.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Înê li ser pirseke derbarê serdana Putin dîyar kir ku Moskow neketiye fikaran û peywendîyên wan yên bi Mogolistanê re pir baş in.
Rojnamevanan ji Peskov pirsî ku ka rêvebirên Rûsî bi karbidestên Mogol re ser fermana ICC’ê danûstandin kirine yan ne û berdevkê Kremlînê jî ew derbarê serdanê bi awayekî berfireh axifîne.
Jêder: Reuters