Medyaya dewletê ya Rûsya, TASS’ê ji zarê Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Îranî Îbrahîm Reîsî îro Pêncşemê bi rêka telefonê axifîne.
TASS’ê dîyar kir ku Putin û Reîsî ser endamtîya pêkan ya Îranê ya li koma BRICS’ê peyivîne.
Di koma BRICS’ê de, Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîqaya Başûr hene.
Ew kom dê meha pêş li Afrîqaya Başûr bicive û çaverê ye û di wê hilcivînê de ser berfirehkirina komê danûstandin çêbin.
Li gor ragihandina TASS’ê, Putin û Reîsî li hev kirine ku ew peywendîyên dualî yên bazirganî, veguhestin û enerjîyê baştir bikin.
Axifîna dawî ya Putin û Reîsî li dû nûçeya Rojnameya Financial Timesê ya ser danûstandinên Washingon û Tehranê hat.
Financial Timesê vê hefteyê ragihandibû ku Washington zextê li Tehranê dike ku ew dronan nefiroşe Moskowê.
Wê rojnameyê dîyar kiribû ku Washington û Tehran ser sistkirina toleyan û bernameya navokî danûstandinê dikin.
Jêder: Reuters, VOA