Wezareta Derve ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku Moskow û Tehran wê di demeke nêz de peymaneke nû îmza bikin.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Îranê Îbrahîm Reîsî meha borî li Kremlînê kom bûbûn û 5 saetan danûstandin kiribûn.
Amerîka û Îsraîl ser peywendîyên sîyasî, bazirganî û leşkerî yên Moskow û Tehranê ketine fikaran.
Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ji rojnamevanan re dîyar kir ku bi peymana nû wê hevkarîya stratejîk ya Moskow û Tehranê hîn xurt bibe.
Zakhravoa got ku ew lihevkirina nû ya Moskow û Tehranê li gor dema xwe hinekî jî dereng ketiye.
Wê dîyar kir ku çaverê ye peyman di hevdîtina Putin û Reîsî de were îmza kirin.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku dema hevdîtina Putin û Reîsî hîn eşkere nebûye.
Kremlînê meha Mijdarê ragihandibû ku Rûsya û Îran hevkarîya leşkerî pêşve dibin.
Qesira Sipî ser vê pêşveçûnê dîyar kiribû ku Îran dikare muşekên balîstîk bide Rûsya, lê Kremlînê ser vê rewşê ti şirove nekiribû.
Karbidestên Îranê jî dibêjin hevkarîya leşkerî ya bi Rûsya re berfireh dibe û dîyar dikin ku ewê firokên cengê û helîkopterê bidin Moskowê.
Jêder: Reuters