Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Tokayev Pîvanên Aramkirina Girjiyên Kazaxistanê Gotûbêj Dikin


Kremlin îro Şemiyê ragihand ku serokê Rûsya Vladimir Putin bi riya telefonê li gel hevtayê xwe yê Kazaxî Kassym-Jomart Tokayev axivî û herdu serokan bîr û boçûnên xwe li dor pîvanên aramkirina girjiyên Kazaxistanê bi hev re parve kirin.

Tokayev ji Putin re got ku rewş li Kazaxistanê seqamgîr e û spasiya wî kir li dor belavkirina hêzeke leşkerî ya bi serkirdayetiya Rûsya li Kazaxistanê ji bo rêgirtina li kiryarên tundûtûjiyê yên ku welatê wî ji dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ve rastê tê.

Kremlin got ku Putin piştgiriya bîrokeya Tokayev ya lidarxistina konferanseke vîdyoyî di çend rojên bê de kir, li gel hevbendên Rêxistina Rêkeftina Ewlekariya Bikom(CSTO), ji bo aramkirina rewşa Kazaxistanê.

CSTO ji 6 komarên Sovyeta berê pêk tê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG