Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Wê Serdana Koreya Bakur Bike


Kombûneke 2019'an di navbera Putin û Kim de li Rûsyayê.
Kombûneke 2019'an di navbera Putin û Kim de li Rûsyayê.

Medyaya dewletê li Koreya Bakur ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wê sibe Sêşemê serdana Pyongyang bike.

Tê çaverêkrin ku Putin di vê serdana du-rojî de ligel rêberê Koreya Bakur Kin Jong Un kom bike jibo gotûbêjên ser firehkirina hevkarîya leşkerî, li vê dema ku herdu welat rûbirûbûnên zêdebûyî ligel Washingtonê hene.

Ajansa Nûçeyan ya Navendî li Koreya Bakur îro Duşemê got ku serdana Putin bi vexwendineke fermî ji alîyê Kim ve tê kirin, lê demûdest ti hûrgilîyên bêtir neda. Ji alîyê xwe ve, Rûsya di daxuyanîyekê de ev serdan piştrast kir.

Ev serdan Koreya Bakur dê bibe ya yekê jibo Putin di nav 24 salan de. Ew di demekê de tê ku xembarîyên navnetewî hene ku Koreya Bakur çekan dişîne ji Rûsyayê re jibo şerê Moskowê yê li Ukraynayê. Beramber wê yekê, Rûsya alîkarîya aborî û veguhestinên teknolojî dide Koreya Bakur ku ev jî gefeya çekên navokî û programa muşekan ji alîyê Kim ve xurttir dike.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG