Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Tevî Toleyên Ewrupa û Amerîka jî Rûsya Aborîya Xwe Mezin Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku toleyên dewletên Ewrupa yên dijî welatê wî zararê dide herkesî û got ku ger ambargo werin rakirin ewê bo herkesî çêtir be.

Putin di serdana Avusturya de da zanîn ku tevî ambargoyên Ewrupa û Amerîka jî Rûsya bi îstiqrar aborîya xwe mezintir kiriye.

Serokwezîrê Avusturya Sebastian Kurz jî dîyar kir ku ew dixwazin di navbera Moskow û welatên Ewrupa de bibin pirek.

Kurz ser ambargoyan jî got ku ewê helwesta wan wek welatên Ewrupa be.

Putin berî serdana Avusturya gotibû ku "ti nêta me ya bo parçekirina Yekîtîya Ewrupa (YE) tune"

Hin lîberalên Ewrupa dîyar dikin ku peywendîyên rastgirên tundrê û alîgirên Putin fikaran çêdikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG