Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Toleyên Amerîka yên Dawî Bêwate Ne


Russia Pensions
Russia Pensions

Serokomarê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku toleyên Amerîka yên dawî yên dijî Rûsya bêwate ne.

Putin dîyar kir ku ew hevî dike ku Washington di dawîyê de were qonaxeke dîyaloga avaker.

Putin li Soçî rojnamevanan re da zanîn ku hilcivîna wî ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re ‘’pozîtîf’’ bû, lê rêvebirîya Trump jiber toleyan tawanbar kir.

‘’Kes ne li bendê bû ku hemî mijarên kêşebar di du demjimêr de çareser bibin, lê hevdîtinên rû bir û û danûstandin her tim baş in’’ Putin got.

Putin dîyar kir ku di peywendîyên bi Amerîka re de, ne tenê serokê Amerîka, lê pergala sîyasî û koma rêvebir jî bi bandor e.

Putin ser tevgerên NATO yên nêzî sînorê Rûsya jî dîyar kir ku ewê bersîvê bidin.

Putin da zanîn ku Moskow dikare ser firînên li Herêma Baltik danûstandinan bike û got ku NATO rê li ber hemî pêşnîyazên Rûsya digire.

XS
SM
MD
LG