Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Me Ser Vekişîna Leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê Hîn Ti Nîşan Nedîtîye


Serokê Rûsya Vladimir Putin di preskonferansa salane de pirsên ser vekişînê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê bersîvandin.

Putin dîyar kir ku leşkerên Amerîkî ‘’bi awayekî nerêwa’’ li Sûrîyê ne û da zanîn ku wî ser vekişîna leşkerên Amerîkî hîn ti nîşan nedîtiye.

‘’Amerîka li Afganistanê ye. Bû çend sal? 17 sal in li wir û hema bêje her sal dibêjin emê hêzên xwe vekişînin. Hîn li wir in’’ Putin got.

Putin dîyar kir ku tevî ku wî ti nîşana vekişînê nedîtine jî dibe ku Amerîka hêzên xwe vekişîne.

Wî da zanîn ku ew jî wek Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk çûye lê metirsî heye ku ew xwe jinûve topî ser hevdu bike.

XS
SM
MD
LG