Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê vê hefteyê li Asya Navîn serdana du dewletên Sovyeta kevin bike.
Reutersê da zanîn ku Putin ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve ku cara pêşîn ji welêt derdikeve.
Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve bi hezaran kes di cengê de hatin kuştin û bi mîlyonan kes jî neçar man ku bar bikin.
Moskow ji destpêka şer vir ve bi toleyên berfireh yên welatên Rojava re rûbirû maye û hewil dide peywendîyên xwe yên bi Çîn, Hindistan û Îranê re berfireh bike.
Medya dewletê ya Rûsya da zanîn ku Putin wê serdana Tacikistin û Turkmenistanê bike û dûre li Moskowê bi Serokomarê Endonezya Joko Widodo re bicive.
Li gor medya dewletê ya Rûsya, Putin wê li Duşanbe bi hemtayê xwe yê Tacik Imomali Rakhmon re bicive ku ew ji zû de ye hevbendekî nêz yê Moskowê ye.
Putin wê li Aşkabatê jî bi rêberên Qazqistan, Îran, Turkmenistan û Azerbaycanê re kom bibe.
Çaverê ye Putin di dawîya Hezîranê de serdana Belarûsê bike.
Putin berî şer destpê bike, di meha Sibatê de serdana Çînê kiribû û bi serokê wî welatî Xi Jinping re peymana dostanîyê îmza kiribû.