Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Plana Têkbirina Kargeha Azovstal li Mariupol Betal Kir


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Wezîrê Berevanîyê yê Rûsya Sergei Shoigu
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Wezîrê Berevanîyê yê Rûsya Sergei Shoigu

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê ferman da artêşa Rûsî ku planên têkbirina kargeha pola ya Azovstal, li bajarê Mariupol betal bike.

Putin got ku ew dixwaze li şûna têkbirinê bi awayekî pir tund Azovstal were dorpêç kirin.

Putin ragihand ku wî ferman da wezîrê xwe yê berevanîyê Sergei Shoigu ku hêzên Rûsî Azovstalê dorpêç bike.

Shoigu berê ji Putin re gotibû ku li hindurê karxaneyê pirtir ji 2 hezar çekdarên Ukrayî hene.

"Ez pêşnîyara têkbirina herêma pîşesazîyê pêdivî nabînim. Ez ferman didim ku hun wê planê betal bikin," Putin di civîneke li Kremlînê de ji wezîr Shoigu re got.

Wî serfirazîya artêşa Rûsî ya li bajarê Mariupolê dîyar kir û got ku ti wateya hewldana ji holê rakirina çekdarên li hindurê kargehê tuneye.

Serokê Rûsî bang li çekdarên Ukraynî kir ku ew çekên xwe berdin û xwe radest bikin û herwiha wî got ku Rûsya wê rêzê li wan bigire.

Putin got ku wî biryara têknebirina kargeha Azovstal jiber pirtir parastina jiyana leşkerên Rûsî daye.

Berpirsê danûstandinan yê Ukrayna Mikhailo Podolyak doh şev, pêşniyar kir ku danûstandinên ser çarenivîsa çekdarên li kargeha Azovstal li hundurê Mariupolê bêne kirin.

Mikhailo Podolyak ser Twitterê dî yar kir ku Ukrayna amadeye ku bê şert û merc, li Mariupol 'doreke taybet ya danûstandinan' dar bixe.

XS
SM
MD
LG