Lînkên eksesibilîtî

Putin Bernivîsa Qanûna ''Nûnertîyên Bîyanî'' Pejirand


Serokomarê Rûsya Vladimir Putin bernivîsa qanûna ku sazîyên medya yên bîyanî wek nûnertîyên bîyanî dibîne pejirand.

Moskow dîyar dike ku ew gaveke dijî ‘’zorbazîyên Amerîka yên ser medya Rûsya’’ ye.

Qanûna nû, di nava hefteya borî di her du baskên parlamentoya Rûsya de hatibû pejirandin.

Li gor qanûnê, divê medya bîyanî ya li Rûsya, divê bibe nûnertîyeke bîyanî û jêderên xwe jî nîşan bide.

Qanûn li ser malpera fermî ya dewleta Rûsya hat weşandin û ket merîyetê.

Gava Moskowê ya dijî medya Amerîkî, wek berteke dijî îdiayên derbarê maytekirina Rûsya di hilbijartinên Amerîka ya 2016’an de tê şirove kirin.

Karbidestên îstixbarata Amerîka didin zanîn ku Kremlîn bi karanîna medya Rûsya bandor ser hilbijêrên Amerîkî çêkiriye.

Washington, ji Russia Today, ku medya dewleta Rûsya ye, dixwaze ku xwe wek ‘’nûnertîya bîyanî’’ tomar bike.

Kremlîn îdiayên ser maytekirina hilbijartinê red dike.

Wezareta Dadê ya Amerîka hefteya borî lîsteyek belav kiribû û dîyar kiribû ku ewê bandora qanûnê li ser 9 sazîyên medya hebe.

Hêjayî balkişandinê ye ku Dengê Amerîka (Voice of America) ku rêvebirîya Amerîka sponsorîya wê dike, di nav wan 9 sazîyan de cîh digire.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG