Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Çekdarên DAIŞ'ê li Sûrîyê 700 Kes Dîl Girtin


Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li herêmeke di bin kontrola hêzên bi piştgirîya Amerîka de 700 kes dîl girtine.

Putin da zanîn ku DAIŞ’ê ji dîlgirtîyan çend kes kuştin û ragihandine ku ewê kuştinan bidomînin. Wî got ku di nav dilgirtîyan de gelek Amerîkî û Ewrupî jî hene.

Serokê Rûsya dîyar kir ku DAIŞ’ê li hêla Çemê Firatê axa di bin kontrola wê de berfirehtir kiriye.

‘’Hin ultîmatom weşandin û dîyar kirin ku ger ew daxwaz bi cîh neyên ewê her roj 10 kesan bikujin. Do 10 kes kuştin’’ Putin got.

Ajansa nûçeyan ya TASSê do Çarşemê ragihandibû ku çekdarên DAIŞ’ê di 13’ê Cotmehê de êrîşî kampeke di bin kontrola hêzên bi piştgirîya Amerîka de kirine û li Dêrezorê jî bi qasî 700 kes dîl girtine.

TASSê dabû zanîn ku çekdarên kesên dîl hatine girtin birine bajarê Hacikê.

XS
SM
MD
LG