Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov îro Înê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin "ji destpêkê ve bo danûstandinên bi Ukrayna re vekirî ye" û di wî warî de "tiştek nehatiye guherîn."
Peskov got ku Putin dema Rusya û Ukrayna hema hema ser peymaneke hevbîr bûn, jibo danûstandinan amade bû.
Peskov bi berdewamî dîyar kir ku di vî warî de helwesta Putin neguherîye û serokê Rûs hîn jî jibo danûstandin ên bi Ukrayna re xwedî nêzîkbûneke erenî ye.
Wî got ku lê helwesta Ukrayna guherîye û qanûnên Ukrayna niha her cureyeke danûstandinan qedexe dike.
"Heke tê bîra we, Serok Putin berîya operasyona leşkerî ya taybet jî hewil da ku hem bi NATO û hem jî bi Amerîka re danûstandinan bike," Peskov.
Berdevîkê Kremlînê li ser gotinên Serokê Tirkîyê yên îro got ku Putin ser danûstandinên bi Ukrayna re, li gor berê gelek nermtir û vekirîtir e.