Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Ser Îdlibê Kom Dibin

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Soçî ser Îdlibê kom bibin.

Tirkîye dixwaze ku dijî Îdlibê, ku di destê serhildayan de ye, operasyon li dar nekeve.

Rûsya, ku piştgirîya rejîma Esad dike, dîyar kiribû dê bo ‘’bidawîkirina terorîstên li herêmê’’ alîkarîya hêzên hikûmeta Sûrîyê bike.

Rêberên Rûsya, Tirkîye û Îranê di 7’ê Îlonê de li Tehranê ser Îdlibê kom bûbûn, lê li hev nekiribûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG