Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan li Moskowê Ser Sûrîyê Dicivin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê li Moskowê kom dibin.

Li ber e ku her du rêber ser çêkirina herêmên ewle yên li bakurê Sûrîyê û vekişîna leşkerên Amerîkî yên li wî welatî biaxifin.

Serokê Amerîka Donald Trump û Erdogan jî di axaftinên bi rêka telefonê de ser herêmên ewle axifîbûn.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike, lê Tirkîye wê li hember ewlekarîya sînorên xwe gef dihesibîne.

Herêmên li bakurê Sûrîyê di bin kontrola HSD’ê de ne.

Karbidestên Rûs dîyar dikin ku divê bakurê Sûrîyê bikeve bin kontrola hêzên hikûmeta Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG