Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Putin Û Erdogan Li Soçî


Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê li bajarê Soçî hevdîtineke bo sê saetan kirin.

Vladimir Putîn got ku wan di civînê de aloziya li Sûrîyey nîqaş kirine û civîn wek "kêrhatî û agahdar" bi nav kir. Wî sipasîya Erdogan kir.

Erdogan jî li ser Twitterê hevdîtin wek "kêrhatî" nirxand.

Piştî 18 mehan ev hevdîtina yekê ye ku her du serokan ya rûbirû ye.

Pûtîn û Erdogan piştî civînê preskonferans darnexistin.

Pisporan pêşbînî dikirin ku ew rewşa bakurê rojavayê Sûriyeyê ku leşkerên rejîmê û Moskowê di van hefteyên dawî de êrîşên esmanî zêde kirine, gotûbêj bikin.

Wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar roja Sêşemê gotibû ku Enqere hêvî dike ku civîn bi vegera "rewşek aram ya li gorî peymana wan" encam bide.

Berîya civînê Erdogan got ku ew bawer dike ku di xurtkirina peywendîyên Tirkîyê û Rûsya de feydeyên mezin hene

."Gavên ku me bi Rûsyayê re ser Sûrîyê avêtine, pir girîng in. Aştîya li wir girêdayî ye peywendîyên Tirkîyê û Rûsyayê ye," Erdogan got.

Her du welatan di şerê sala borî ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê ya Qarebaxê de jî, li alîyên cûda cîh girtin.

"Danûstandin carnan dijwar in - lê bi encameke erênî ya dawî dibin," Putîn got.

Wî bi berdewamî destnîşan kir ku ew "fêr bûne ku tawîzên ku jibo her du alîyan jî bi feyde ne, bibînin".

Tirkîyê û Rûsya di van salên dawî de nêzîktir bûne; jiber alozîyên di navbera Moskowa û welatên Rojava de û hevdem jiber peywendîyên Enqerê yên bi hevalbendên we yên NATO re, yên her ku diçe zêde aloz dibin.

XS
SM
MD
LG