Lînkên eksesibilîtî

Putin û Esad Berî Hilcivîna Soçî Kom Bûn


Reuters’ê ji zarê Kremlînê ragihand ku serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esad do Duşemê li Soçî ya Rûsya kom bûn.

Her du serok, berî Hilcivîna Soçî, ser rewşa siyasî ya Sûrîyê ya dawî axifîn.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin di hevdîtinê de Esad ‘’jiber serkeftina wî ya dijî çekdarên Îslamî’’ pîroz kir.

Esad jî dîyar kir ku ‘’bi saya êrîşên esmanî yên Rûsya’’ li Sûrîyê di qada siyasî û şer de ‘’serkeftineke mezin’’ bi dest xistine û Sûrîyên ku warên xwe terikandine jinûve vegerîne.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov dîyar kir serdana Esad çar demjimêr dom kiriye.

Putin û hevtayên wî yên Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û Îranê Hasan Ruhanî, dê sibê li Soçî ser rewşa dawî ya Surîyê kom bibin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG