Serokê Rûsya Vladimir Putin, piştî di hilbijartinên 18’ê Adarê de bi ser ket, dê cara yekê serdana welatekî Yekîtîya Ewrupa (YE) bike.
Berî serdana Avusturya, Putin ji ORF’ê re, ku medyaya Rûsya ye, dîyar kir ku ti armancên wan yên wek qelskirina YE’ê tune.
Putin da zanîn ku ew dixwazin hevkarîya bi YE’ê re berfireh bikin û dîyar kir ku YE girîngtirin şîrikê bazirganîyê yê Rûsya ye.
Jiber siyaseta Rûsya ya bo Ukrayna, Qirim û Sûrîyê gelek welatên Ewrupa peywendîyên xwe yên bi Moskowê re sînordar kiribûn, lê Avusturya danûstandinên xwe yên bi Rûsya re domandibû.
Berovajî gelek welatên din yên YE, Avusturya jiber jehrkirina cotsîxur Sergey Skripal û keça wî, dîplomatên Rûs ji Avusturya dernexistibû.