Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Gorbachev Bandoreke Mezin li Dîroka Cîhanê Kir


Serokê Rûsya Vladimir Putin ser mirina rêberê berê yê Sovyetê Mikhail Gorbachev peyameke sersaxîyê weşand.

Putin dîyar kir ku Gorbachev bandoreke mezin li dîroka cîhanê kiriye.

Rêberê dawî yê Yekîtîya Sovyetê Mikhail Gorbachev do Sêşemê 91 salîya xwe de canê xwe ji dest da.

Serokê Rûsya Putin da zanîn ku Gorbachev di dema xwe de fehm kiriye ku hin reform pêwîst in.

Putin dîyar ku Gorbachev di salên 1980’î de hewil daye ku bo kêşeyên Yekîtîya Sovyetê çareserîyên xwe pêşkeş bike.

Gorbachev bi Amerîka re ser kêmkirina çekan peyman îmza kiribûn û bi welatên Rojava re hevkarî kiribû.

Wî di sala 1989an de bo xwepêşandên demokrasîyê serî li karanîna hêza xurt nedabû û di dawîya protestoyan de 15 komarên Sovyetê serxwebûn xwestibûn.

Yekîtîya Sovyetê di du salên li dû protestoyên 1989an de bi awayekî kêşebar belav bûbû.

XS
SM
MD
LG