Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ta 15’ê Cotmehê Herêmeke Tampon ya Bêleşker Dê li Îdlibê Were Danan


Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku herêmeke tampon ya bêleşker dê li Îdlibê were danan ku hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayan ji hev cihê bike.

Putin da zanîn ku leşkerên Rûsî û yên Tirk dê nobedarîya wê herêmê bikin.

Putîn, piştî hevdîtina we ya bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re got ku hemî çekên giran wê ji herêma neleşkerî werin kişandin.

“Divê El Nusra û komên wek wê tundrê ji wê herêmê derkevin,” Putin ji nûçegîhan re got.

Wî dîyar kir ku herêma tampon ya bêleşkerî dê heta 15’ê Cotmehê têkeve jîyanê.

XS
SM
MD
LG