Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Bo Kim Jong Un Çekên Navokî Pûç Bike Garantîya Ewlekarîya Neteweyî Pêwîst E


Serokê Rûsya Vladimir Putin di hilcivîna bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re da zanîn ku bo Kim Jong Un çekên navokî pûç bike garantîya ewlekarî ya navneteweyî pêwîst e.

Putin di hilcivîna li Vladivostok da dîyar kir ku divê ew garantî di çarçoveya pirneteweyî de werin hazir kirin.

Wî da zanîn ku rêberê Koreya Bakur ‘’pir zelal e û hemî mijarên di rojevê de serbest diaxife.’’

Kim Jong Un got ku dostanîya Koreya Bakur û Rûsya ji berê de heye û divê ew peywendîyên xwe xurttir bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un di meha Sibatê de li Hanoî ya Vîetnamê kom bûbûn, lê ji hevdîtinê ti encama erênî derneketibû.

XS
SM
MD
LG