Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Di Serketinên li Sûrîyê de Rola Gelê Kurd jî Heye


Serokê Rûsya Vladimir Putin da zanîn ku di serketinên li Sûrîyê de rola gelê Kurd jî heye.

Putin di civîna Konseya Peywendîyên Komên Etnîk de dîyar kir ku di dîrokê de danûstandinên wan yên bi Kurdan re her tim baş bûne.

‘’Tiştê ku niha li sînorê Tirkîye û Sûrîyê bi dest ketiye, bi alîkarîya Kurdan e û jibo berjewendîya wan e jî.’’ Putin got.

Wî amaje kir ku li herêmên Kurdan leşkerên Rûs bi awayekî ‘’pir baş’’ têne pêşwazî kirin û dîyar kir ku ew dizanin ku Artêşa Rûs bo berevanîya wan hatiye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG