Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Belarûsî Alexander Lukashenko dê îro Duşemê bicivin.
Reutersê ji zarê medya Belarûsê dîyar kir ku her du serok dê li Moskowê kom bibin.
Rûsya û Belarûs du hevbendên nêz in ku şerê li Ukraynayê ew hevbendî eşkeretir kir.
Moskowê di şerê li Ukrayna de, bingehên li Belarûsê bo firok û karên din yên leşkerî wek cîhên amadekarîyê bikar anîn.
Her du welat di hîndarîyên leşkerî de jî bi hev re tevdigerin.