Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Wê Rûsya Êrîşê NATO Neke, Lê Ewê F-16'an li Ukrayna Bixe Xwarê


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin şeva Çarşemê di gotareke jibo pîlotên hêza esmanî ya Rûsî de têkildarê şerê xwe yê li Ukrayna, ser helwesta Moskowê ya hember welatên NATO, yên Rojava û heremî axifî.

Putin ragihand ku hevbendîya leşkerî ya bi pêşengîya Amerîka ji 1991’an û vir ve ber bi rojhilat, Rûsya ve berfireh dibe lê ti planeke Moskowê tuneye ku êrîşê welatekî NATO bike.

Wî herwiha bal kişand ku wê Rûsya êrîşê Polonya, welatên Baltîk û Komara Çekê jî neke.

Li gor tomarek Kremlînê ku îro Pêncşemê hat weşandin gotîye, "Ti nêta me ya êrîşkar li hember van dewletan tune. Hizra ku emê êrîşî welatekî din bikin - Polonya, Dewletên Baltîk, û Çek jî ditirsin - bêwate ye, ne rast e,"

Kremlîn, Amerîkayê bi şerkirina dijî Rûsya tawanbar dike, bi piştgirîkirina Ukrayna bi diravî, çek û îstixbaratê û hevdem dibêje ku têkilîyên Moskowê bi Washington re ti carî wiha xirabtir nebûne.

Li ser pirsekê derbarê firokeyên F-16 yên şer ku gelek welatên Rojava soz dane ku wê bidin Ukrayna, Putin got ku F-16 wê rewşa Ukrayna neguherîne.

"Ger ew F-16’an bidin ku ser vê yekê diaxifin jî û xûyaye pîlotan perwerde dikin, ewê rewşa qada şer neguherîne," wî got.

Lê, Putin destnîşan kir ku heke welatên Rojava firokeyên F-16 bidin Ukrayna, wê ji alîyê hêzên Rûsî ve werin xistin.

"Û emê wan firokeyan têk bibin, çawa ku em îro tank, wesayitên zirxî û alavên din, têk dibin ku di nav de gelek roketavêj jî hene," wî got.

Putin bal kişand ku firokeyên F-16 dikarin çekên navokî jî hilgirên û got ku ger ew ji firoxexaneyên welatên sêyê werin karanîn, wê jibo Moskow ew welat jî bibin armanc.

"Bêguman ew jî jibo me dibin armancên rewa, li ku derê dibe bila bibe," Putin got.

Daxuyanîyên Putin piştî yên wezîrê derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba hat, ku gotibû divê firokeyên F-16 di mehên pêş de bigihên Ukrayna.

Belçîka, Danîmarka, Norwêc û Hollanda di nav wan welatan de ne ku soz dane F-16’an bidin Ukrayna.

Herwiha koalîsyonek ji welatan jî soz dane ku wê bo F-16’an alîkarîya perwerdekirina pîlotên Ukraynî bike.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG