Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Duşemê hişyarî da ku ger Amerîka mûşekên navokî yên bi menzîla kurt û navîn çêke, ewî jî bi heman awayî bersîvdanê bidin.
Putin îro Duşemê bi Civata Ewlekarî kom bû û ferman da wezaretên berevanî û derve û sazîya îstixbaratî ku pêngavên Amerîkî ji nêz ve bişopînin ku gelo ew dervayê peymana navokî mûşekên nû ava dike yan ne.
“Ger Rûsya agahîyên pêbawer dest bixe ku Amerîka mûşekên wî rengî çêdike û bi kar tîne, rûsya dê neçar bimîne ku, bi hêzeke mezin çekên heman rengî biafrîne,” Putin di daxuyanîyeke nivîskî de got.
Amerîka, hefteya borî bi fermî ji Peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Navokî (INF) vekişîbû ku di sala 1987’an de di navbera bi Yekîtîya Sovyetê re îmza kiribû û piştre ligel Rûsya domandibû.
Amerîka di destpêka wê salê de ragihandbû ku Rûsya dawî li binpêkirina peymanê neanîye, loma jî ji wê peymanê derketibû.
Rûsya dabû zanîn ku îdiayên Amerîka ne rast in û wê jî peyman rawestandibû.