Serokê Rûsya Vladimir Putin îro got ku ne hewce ye Rûsya çek bide Kurdên Sûrîyê jiber ku jêderên din hene ku çek dişînin wan.
Wî got ku Moskow dê bi berdewamî peywendîya ligel Kurdên Sûrîyê bike ku.
“Wek hin welatên din, em şandina çekan ji hêzên Kurdan re ranagihînin û em bawer nakim ku pêdivîyeke wiha heye,“ Putîn li Pekînê got.
Putîn dîyar kir ku Kurd di şerê dijî DAIŞê de cîh digirin û loma jî kêrhatî ye ku mirov bi Kurdan re peywendîya karkirinê bidomîne, heta tenê bo pêşgirtina pevçûnên bêmebest bin jî.